Cîhan

Dadweriya Fransa biryara girtina Esed derxist

Dadweriya Fransayê di derbarê êrişên kîmyayî yên sala 2013an de biryara girtinê ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed derxist.

Dezgeha dadwerî ya Fransî ji ber êrîşên kîmyawî yên ku havîna sala 2013an li Sûriyê hatine pêkanîn, di derbarê Serokê Sûriyê Beşar Esed de biryara girtinê ya navdewletî derxist.

Li gor medyaya Fransî, çavkaniyek dadwerî piştrast kir ku ji ber êrişa gaza sarînê bi tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê 4 fermanên girtinê hatine derxistin.

Li gor agahiyên îstixbarata Amerîkayê, ev êrîşên 21ê Tebaxa 2013an bûne sedema mirina zêdetirî hezar kesî.

Fermanên girtinê her wiha Maher, birayê Beşar El Esed û fermandarê defakto yê yekîneyên bijarte yên artêşa Sûriyê û du general jî kirine armanc.

Back to top button