Bild: Hatina koçberên qaçax karê Erdogan e

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan roja Înê serdana Almanyayê dike. Serdana wî bû sedema nîqaşên tund. Rojnameya Bild nivîsand ku rejîma Erdogan pêla koçberên qaçax ber bi Ewropayê ve organîzedike.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî çend salan roja Înê ji bo serdanek fermî tê paytexta Almanya Berlînê. Serdan wê di bin siya şerê Gazzeyê û gotinên Erdogan ên li dijî Îsraîlê û pesnê Hamasê dide, pêk bê.
Serdana Erdogan ji aliyê raya giştî ya Alman û bi taybet ji alî partiyên muxalefetê ve rastî bertekên tund hat.
KOÇBER BI RIZA REJÎMA ERDOGAN TÊN
Di dema ku daxwaza “Bila Erdogan bi xalîçeya sor neyê pêşwazîkirin” zêde bû, yek ji rojnameyên navdar Bîld jî ragihand û got: Koçberên qaçax ên ku ji Tirkiyê ber bi welatên Ewropa û Almanyayê ve bi rê dikevin, bi erêkirina saziyên dewletê yên girêdayî rejîma Erdogan tên”.
Rojnameya Bild bi nexşe û agahiyên berfireh, koçberên qaçax ên ku ji ber sedemên aborî ji Stenbolê bi rê dikevin û çawa digihêjin welatên Ewropayê, yek bi yek nivîsandiye û vê yekê bi polîtîka Erdogan û hikûmeta wî ve girê dide.
Di berdewamiya nûçeyê de tê gotin: “Koçberên ku dixwazin bi rêyên qaçax xwe bigihînin Ewropayê, li Balafirgeha Stenbolê bi firokeyên otobanên dewleta Sirbîstanê dişînin Belgrada paytexta Sirbîstanê, ji wir jî xwe di nav trimbêl û kamyonan de vedişêrin û diçin Macarîstan û Slovakyayê. Li wir di ser Çekya an jî Polonya re derbasî Almanyayê dibin”.