Polîtîk
Serokê Kurdistanê: Şehîdên Zanîngeha Silêmanî bi bîr anî
Li salvegera 46 saliya bombebarana Qeladizê da, ku ji aliyê rejîma Be’es ve hatibû bombebarankirin û têda Zanîngeha Silêmanî hatibû armanc girtin û çendîn xwendekarên zanîngehê û niştimaniyên Qeladizê şehîdbûn, Serokê Kurdistanê peyamekî ji bo vê salvegerê belavkir û dibêje “Bi rêz û rûmetê ve bîranîna şehîdên Zanîngeha Silêmanî û welatiyên Qeladizê dikîn”.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li peyama xwe da ku li twitterê belavkiriye, ragihandiye “Li salvegera 46 saliya bîranîna bombebarana Qeladizê da, bi rêz û rûmetê ve şehîdên Zanîngeha Silêmanî û welatiyên Qeladizê bi bîr tînim, ku bûne qurbaniya tawanekî dinê dirindaneya rejîma Be’es. Serê rêz û rûmetê jî ji bo giyanê pakê şehîdan diçemînîn, herdem bîranîna wan bi zîndî dimîne”.