Dosyeya Selîmî ji Parlemenê şandin Encûmena Wezîran
Pênç Parlementerên Kurdistanê encama dûvdaçûna xwe ya ji bo dosyeya Mistefa Selîmî pêşkêşî Parlemena Kurdistanê kirin û bi îmzaya Cîgirê Serokê Parlemenê ji wir jî şandin Serokayetiya Encûmena Wezîran.
Li gor dûvdaçûnên wan pênç Parlementeran, Mistefa Selîmî piştî revîna ji zîndana Seqiz diçê gundê Siyagwêza ser bi bajaroka Germika Pênciwên. Piştî ku li mizgefta gund dimînê Sîrwan Nawêk Asayîşê agahdar dike. Asayîş paşê wî dibin Başmax û li wir karantîne dikin.
Li gor gotina wan Parlementeran, Mistefa Selîmî berî sêdaredanê bi kesukarên xwe re gotiye çûye Başûrê Kurdistanê û ji wir ve radestî Îranê kirine. Kesukarên wî peywendiyê bi Alî Javanmerdî ve kirine û wî agahdar kirine ji zanyariyan bo ku rêgiriyê ji sêdaredana wî bikin. Lê belê li roja 11.04.2020 hate sêdaredan.