Polîtîk

Belgeyên zanyariyên li ser Dosyeya Mistefa Selîmî

Pênç Parlementerên Kurdistanê encama dûvdaçûna xwe ya ji bo dosyeya Mistefa Selîmî pêşkêşî Parlemena Kurdistanê kirin û bi îmzaya Cîgirê Serokê Parlemenê ji wir jî şandin Serokayetiya Encûmena Wezîran.

Encama lêkolîn û nivîsa wan 5 Parlementerên Kurdistanê ya ku ji bo Desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê de hatiye şandin wiha hatiye nivîsîn:

ji bo: Desteya Serokayetiya Parlemena Kurdistanê
Babet: Yadaşt
Em hejmarek ji Parlementeran ku navên me li xwarê hatine wekî karê Parlemenî û dûvdaçûnên me de, ev zanyarî bi destên me gihîştine û daxwazê dikîn li rêya cenabê we ve pêşkêşî Serokayetiya Encûmena Wezîran bê kirin û heta ku bidin bi Lîjneya Lêkolînê û aliyên peywendîdar.
Birêzan wekî ji aliyê me hemûyan ve zelale ku Mistefa Selîmî xelkê Seqize û bi tometa kûştina polîsêk û endametiya partiyeke Rojhilatê Kurdistanê li ser bûye û heta 17 salan li zîndan bûye û li rêkefta 27.03.2020 li gel 70 kesan ji zîndana bajarê Seqizê reviyaye.
Mistefa û şeş kes bi nihênî çûne Bane û li gel hevalên xwe biryar didin bêne Başûrê Kurdistanê. Paşê hinek ji wan têne Başûr û hinek jî xwe radest dikin. Mistefa Selîmî li rêkefta 02.04.2020 derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û diçe Gundê Siyagwêz ya ser bi nahiyeya Germik peyam ji bo kurê xwe dişîne û dibêje gihiştime Başûr. Paşê diçe Mizgefta Gundê Siyagwêz û çend kesekî xelkê gund li wir ew dîtine. Yek ji wan kesan bi navê Sîrwan Heme Emîn û kesekî din bi navê Îsmaîl Tofîq kadirê Tevgera Îslamî ne. Sîrwan li roja 02.03.2020 li ser daxwaza Selîmî peywendiyê bi kesekî dikin li Silêmanî ku xelkê Rojhilate û pêkve Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê Îranê bûne. Sîrwan ji wî kesî re dibêje: Mistefa Selîmî li mala wane û li Siyagwêze û dixwaze li gel we biaxive. Ew kesê ku li gel Selîmî bi telefona Sîrwan axaftiye û ew kes daxwaz ji Sîrwan kiriye, agahdarê Selîmî bê, heta çareyek jê re bibînin. Lê belê Sîrwan jî ji ber Korona navê wî dide asayîşê û wan agahdarê hatina wî dike ku ji rojhilat ve hatiye. Li rêkefta 03.04.2020 dûbare Sîrwan û ew Kurdê Rojhilatî dipeyvin û jêre dibêje Mistefa Selîmî radestî asayîşê dikin. Ew Kurdê Rojhilatî ku li Silêmaniyê bûye, peywendiyê bi Eta Nasir Seqizî Endamê Serkirdayetiya Partiya Emer Îlxanî dike û daxwazê jê dike ku hewl bidin Mistefa Selîmî radestî Îranê neyê kirin û ew jî dibêje: Hejmara telefona min bidiyê bila li asayîşê ve peywendiyê bike û bibêje ez ser bi Komele me, lê belê asayîş Mistefa dibin. Li rêkefta 04.04.2020 dûbare Kurdê Rojhilatî yê li Silêmanî peywendiyê bi Sîrwan ve dike û li rewşa Mistefa dipirsê. Lê belê dibêje asayîşê birine ji bo karantîneyê li Başmax paşê Kurdê Rojhilatî yê Silêmanî peywendiyê bi çend keseke li ser her du Partiyên Demokrata Kurdistana Îranê dike û ji wan re dibêje Mistefa Selîmî li cem asayîşe û ew Kurde wan ji hemû babetê agahdar dike û amadeye şahidî bide.
Berî li sêdaredana Selîmî berpirsên zîndanê bangî kesûkarên wî dikin û dibêjin dikarin bên wî bibînin, li 10.04.2020 kesûkarên Selîmî ew dibînin û ew jî ji wan re dibêje ku hatiye Başûrê Kurdistanê û ji wir ve ew teslîmî Îranê kirine. Li roja 11.04.2020 Selîmî tê sêdaredan. lê belê kesûkarên wî hewleke zêde didin ku ew rû nede û daxwazê ji Rojnameya Nûsan dikin dengê wan bigihînin û li nav wan de peywendiyê bi Alî Javanmardî peyamnêrê Dengê Amerika dikin bo ku ew jî agahdar bibê û mehû naveroka meseleyê jêre dibêjin.
Ji ber wê yekê ev pirse babeteke exlaqî û siyasî û neteweyiye bi pêwîst dizanîn bi girîngî bê wergirtin û encama dawiya lêkolînê ji bo xelkê pêşkêş bikin.
Li gel rêz da
Îmza
Erşed Husên Ehmed
Hikmet Mihemed Ebuzêd
Rizgar Îsa Siwar
Nizar Mele Abdulxafar
Muhsîn Hisên Mistefa

Ji bo Serokayetiya Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistan – Iraq
Babet: Yadaşt
Di pêveka li gel nivîsê de, naveroka yadaşta hejmarek parlementeran ku îmzaya yadaştê kirine, ya di derbarê (Dosyeya Mistefa Selîmî ku li rojên derbasbûyî li Îranê hatibû sêdaredan), pêşkêşî we dikîn û bi mebesta encamdana karê pêwîst.
Li gel rêz da
Hêmin Hewramî
Cîgirê Serokê Parlemena Kurdistan – Iraq

Back to top button