Qaçax Saraya Erdogan ji Koşka Bin Selman mezintire

Medyayên cîhanî ev demeke wêne û zanyariyên nû li ser Koşka Mihemed Bin Selman belav dikin ku bi sermayeyekî giran avakiriye. Lê rastiyê de koşka Bin Selman nake nîvê Qaçax Saraya Erdogan.

Koşk li sala 2017 ji aliyê Bin Selman ve hatiye vekirin û dîroka dirûstkirina wê koşkê vedigerê ser sedsala hevdehan û li sala 2015 Kim Kardashian li wê koşkê ahengeke sazkiriye.

Koşk bi 230 millyon sterlîn hatiye vekirin û çendîn dîzaynên giranbiha têda hatine encamdan diyartirînê wan mehfureke ku bi zêr hatiye dirust kirin.

Qaçax Saraya Erdogan li gor perê tirkiye li sala 2014 an de 1.370.000.000 lîreyên tirkî hatiye avakirin û têda 1.150 ode heye. lê belê Tezcan Kurtuluş Candan Serokê Jûra Endezyarên Enqere dide zanîn ku ji 2250 odeyan pêkhatiye û bi vê yekê jî bûye koşka herî mezina cîhanê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: