Civak

Serokê Kurdistanê peyam a xemgînî û serexweşîyê rêkir

Ji bo birêz Abdullah Gul serok Komarê Tirkiye û Receb Tayyib Erdogan serokwezîrê Tirkiye.

Bi mixabinî min nûçeya erdheja bajarê Wan û dewrubera wê bihîst ku, bi wê sedemê hejmareke zêdeyê hemwelatiyan bûne qurbanî û ziyanekî mezin jî gihandiye wê deverê.

Bi vê xemgîniyê hevxemiya xwe û gelê Herêma Kurdistanê derdibrim û serexweşiyê jî li we û kesukarên qurbaniyan dikim. Ji xwedayê mezin hêvîdarim sebirê bide we û qurbaniyan bi bihûşta fireh şad bike û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
23/10/2011

Back to top button