Polîtîk

Serokê Kurdistanê pêşwaziya Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî kir

Îro çarşem 17.09.2014 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Uladzimir Makei (Viladîmîr makay) Wezîrê Derveyê (Belarûs) Rûsyaya Spî û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî spasî rexsandina vê hevdîtinê kir û silavên Serokê welatê xwe jî bi Serok Barzanî gihand û eve jî xisterû ku hatiye heta ji nêzîk ve agahdarî rewşa Kurdistanê bibe bo ku bizanin ku çawa yarmetî û hevkariyê pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin. Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî ji bilî balkişandina li ser tehdîda terorîstan rola hêzên Pêşmerge li cenga dijî terorîstan bi ciwamêrane û qehremanane wesif kir. Li dirêjahiya axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî balkişand li ser wê yekê ku agahdarî xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ne û xala hevbeşa welatê wan û Kurdistanê li qurbanîdan û xebata bi navê azadiyê de bûye û ragihand ku li wê yekê dilniyaye gelê Kurdistanê wê bigihe azadî û hêviyên xwe.

Wezîrê Derveyê Rûsyaya Spî amadehiya tevahiya welatê xwe jî ji bo hevkarîkirina Kurdistanê li warên serbazî û pîşesazî û çandin û perwerde û dîplomasiyê de nîşanda.

Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Wezîrê Derve û şanda li gel kir û spasî Serokê Rûsyaya Spî kir û hêvî xwest ku hatina vê şandê destpêkekî baş bê ji bo vekirina peywendiya hemû aliyan û pêşwazî jî li hevkariya di navbera her du aliyan ya li warên cûr bi cûr de kir. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Kurdistan welatekî dewlemende û xwediyê samana nefte lê belê divê girîngiyeke zêde bi çandinê bide û ji bo vê mebestê jî karê hevbeş di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyaya Spî de bi pêwîst zanî.

Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku meziniya welatek tenê bi rûber û samana wê nîne belku mezinî ji bo wê pabendbûnê ve vedigerê ku welatek ji bo bihaya azadî û mirovdostî ve heye. Serok Barzanî ji bilî balkişandina bi xebat û qurbanîdana gelê Kurd wê yekê dûpat kir ku Kurdistan tu demekî li gel şer da nebûye û herdem şer li ser hatiye sepandin û mînaka wê jî ev şerê zalimaneye ku bi bêyî tu sedemek ji aliyê terorîstan ve li ser gelê Kurdistanê hatiye sepandin.

Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li navçeyek da dijî ku berdewam tê tehdîd kirin û sirûşta navçeyê bi cûreke ku berdewam şer û tehdîdê li ser gelê Kurdistanê disepîne. Ji bo wê yekê ji bo berbelavkirina zulm û dagîrkeriyê pêwîste Kurdistan li hemû waran de bi hêz bê bo ku bikarê bergiriyê li xwe bike. Serok Barzanî li vî derbarî de wê yekê xisterû ku piştî şerê cîhanî ya yekem zulm li runiştvanên navçeya me kirin û bi zorê dabeşkirin lê belê gelê Kurdistanê bi xwîn û qurbanîdanê rê neda ew zulm bibê emrî waq’î.

Her wiha axaftina li ser êrîşên terorîstan û serkeftinên Pêşmerge ya li cenga dijî terorîstan û rewşa koçberan mijareke dinê vê hevdîtinê bû. 

 

Back to top button