Serokê Kurdistanê li gel Wezîrê Derveyê Oman civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo ji destdana xwedê jêrazî Sultan Qabûs Bin Seîd Sultanê berê yê Oman sersaxî û serxweşiya xwe ji bo gel û Hikûmeta O‌man dûpat kir, her wiha pîrozbahiya destbikarbûnê li Sultanê nû yê rêzdar Heysem Bin Tariq El Seîd kir û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Oman derbirî.

Li sêyemîn roja beşdarîkirina li Korbenda Aboriya Cîhanî ya li Davos, berî nîvroya îro pênçşem 23/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li gel birêz Yûsif Bin Elewî Wezîrê Derveyê Omanê civiya.

Li kombûnê da tekez li ser pêşxistina peywendiyên her dû aliyan ya li warên cûda cûda de kir, her wiha rewşa dawî ya Iraq û navçeyê û bandora aloziyan li ser aramiyê, çirkirina hewlên ji bo hêwirkirina aloziyan, metirsiyên serhildana terorê, peywendiyên Hewlêr û Bexda û guftûgoya çareserkirina kêşeyên di navbera wan, rê û siyaseta nermiya Oman li navçeyê û peywendiyên li gel welatên navçeyê û cîhanê hatin nirxandin.

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: