Cîhan

Serokê Kurdistanê li Enkareyê serdana Orsamê kir

Piştî serdana serokê herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê û civînên wî yên bi rayedarên wî welatî re, îro Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li ser vexwandina seroka Navenda Steratejî ya Rojhilatê ya li Ankarayê (Orsam), serdana vê navenda han kir.

Di destpêka civînekî de seroka Orsamê pêyvek pêşkeş kir û balkêşande ser rol û têkoşîna aştîxwazane ya serokê herêma Kurdistanê û rola serok Barzanî bi roleke girîng wesif kir.
Seroka Orsamê di berdewamiya axaftinên xwe de proje û nêrînên aştîxwazane yên serokê herêma Kurdistanê jî rave kir û diyar kir ku, serok Barzanî xwedan nêrîn û projeyên aştîxwazaneye ku xizmeta gelên herêmê dikin.

Di berdewamiya civîna han de ku hijmareke steratejîst, akademîsiyen û lêkolerên tirk amade bûn, serokê Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û balkêşande ser çend babetên girîng yên siyasî.
Serokê Barzazn di berdewamiya peyva xwe de meseleya peyvendiyên heyî yên di navbera Tirkiye û Kurdistanê de rave kir û ragihand ku, peyvendiyên heyî niha di asteke baş dene û her dû alî hewl didin daku asta peyvendiyên han hîn bihêztir bikin.

Barzanî diyar kir ku, bihêzbûna peyvendiyên Kurdistan û Tirkiyeyê hem xizmeta her dû welatan û hem jî xizmeta aştî û armaniya Rojhilata Navîn dikin lewre ”em dixwazin ku ev peyvendiyên han li ser esaseke dostane hîn bihêztir bibin.”

Serokê herêma Kurdistanê di beşeke din ya axaftinên xwe de got ku, Tirkiye ji bo Kurdistan û Îraqê gelek girînge û deriya Kurdistan û Îraqê ya ji bo Ewrupayêye û Kurdistan û Îraq jî deriya Tirkiyeyê ya ji bo Rojhilata Navîne.

Serokê herêma Kurdistanê de berdewamiya civîna han de, balkêşande ser rewşa Kurdistanê û diyar kir ku, Kurdistan xwedan rewşeke aram û bi ewleye û nihajî bi her awayî hewl didin daku di warê abûrî de Kurdistan nûjin bikin, lewre tevahiya deriyên Kurdistanê ji bo pîşesaz û karsazên Tirkiyeyê vekirîne

kurdistantv

Back to top button