Barzani li gel BDP-ê hevdîtinek pêkanî

Îro serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li Enqere li gel  BDP-ê civînek pêkanî. Di civînê de serokê BDP-ê Selahattin Demirtaş, berpirsê gruba BDP-ê di parlementoyê de Bengi Yildiz û serokê berê yê DTP-ê Ahmet Turk amade bûn. Civîn li Enqere Swiss Otelê Pêkhat.

 

Piştî civînê serokê BDP-ê Selehattin Demîrtaş daxûyaniyek da û gote;me xêrhatina serokê herêma Kurdistanê kir. Demîrtaş got: “ Em girîngiyê didin serdana serokê herêma Kurdistanê ya Tirkiye. Herweha em hêvî dikin ku ev serdan bibe sedema pêwendiyên baştir li gel Tirkiye.“

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: