CivakRojev

Serokê Kurdistanê ji dayikbûna pêxember pîroz kir

Li bîranîna ji dayikbûna pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemmed “SXL”, germtirîn pîrozbahiyê li misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim.

Hêvîdarim bîranîna ji dayikbûna pêxember, teşwiq û handerê lêborînî û pêkvejiyana aştiyane û dostayetiya di navbera mirovan û tevahiya gelan û ol û mezhebên li navçeyê û cîhanê da bê.

Baştirîn bîranîna Hezretî Mihemmed pêgirîbûna bi peyam û kerem û akar û ehlaq û rewştê bilindên ku li lêxweşbûyî û dilovanî û lêborînî û aştivaniyê da pêktê.

Careke din vê bîranînê li hemû misilmanan pîroz dikim û ji xwedayê mezin hêvîdarim dergehê xêr û xweşiyê li gelê me û hemû mirovayetiyê de veke û dawî bi êş û janan bê.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

11ê Rebîul ewela 1442 ê Koçî
28.10.2020 ê Zayînî

Back to top button