Ji bo teqîna li Îskenderunê çêbûyî 5 kes hatin binçav kirin. Roja 26ê vê mehê li xala kontrola polisan,li du kesan ketin şikê. Polis ji bo wan bigrin ketin dûv wan herdu kesa otomobila hemwelatiyeî revandin ê çûn nawenda bajarê Îskenderûnê. Di nava herdu çekdar û polîsan de şer derket. Di encam de çekdarek hate kuştin yê din jî bombeya li ser xwe teqand.
Berpirsên polisan daxûyanî dan û gotin ev herdu çekdar endamên PKKê ne. Piştî bûyerê dozerê Îskenderûnê dest lêkolînê kir û da xûyakirin ku, di vê bûyerê ve girêdayî li Ruhayê, Diyarbekirê û Adiyamanê 5 kes hatin girtin.