Polîtîk

Serokê Kurdistanê: Iraq û Sûriye hêjayî jiyanekî baştirin

Êvariya îro dûşem 27/01/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê, beşdarî li rêwresma xelatkirina serkeftiyên Festîvala Kurtefîlma Berev Pêşve kir ku bernameya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo pêşxistinê UNP bi hevbeşî li gel bernameya Neteweyên Yekgirtî ya ji bo nîştecîh kirina mirovan, Alîkariya Sindoqa Baweriya Herêmî ya ser bi Yekîtiya Ewrûpa ji bo bi hana ve hatina qeyranên Sûriye, Sindoqa Baweriya Mededî ya ser bi Yekîtiya Ewrûpa hatibû saz kirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî li gotarek da got: Bi xêrhatina Nûnerên Yekîtiya Ewrûpa û UNDP dikim ku her dûyan keremkirine li virin. Spas û destxweşiyê li wan dikim ji bo sazkirina vê rêwresmê. Ewê ku me ji wan fîlman bi awayeke giştî dît, beşekî zêde mixabin ji êş û nexweşiya xelkê Iraqê bi awayeke giştî, her wiha gelê Sûriye derdixe, beşekî din jî zêdetir derxistina wan hêvî û xeyalane ku ew xort û law hewl dane bi pîşandana van kurte fîlman nîşa cîhanê bidin.

Ewê ji her hemûyan girîngtire eweye ku zêdetir gelê Iraq, gelê Sûriye çavê wan li paşarojê ye. Pêşerojeke nexweş bûye, êşên nexweş bûn, lê belê ewê ku derdikevê xortên me hemû rûyê wan li paşarojêye. Ewê ku îro li Iraqê jî rûdide, li Bexda û li bajarên din, hemû vê nifşa xortane bi hêviyê ve temaşa paşarojê dikin. Birastî jî xelkê Iraqê û xelkê Sûriye hêjayî wê yekêne ku wan jiyanekî baştir hebê, wan rewşeke baştir hebê û hemû pêkve bi xweşî û şadî û pêşketina welatê me û welatên cîran bijîn.

Bi wê hêviyê bibînîn li paşarojê de ev welat roj bi roj berev başî û xweşî û berev xêrê biçe bo xwe û ji bo mîlletê xwe û ji bo cîranên xwe. Bi hêviya wê rojê û pîrozbahiyê li her hemûyan dikim, bixêrhatin.

Gelek spas.

 

Back to top button