Serokê Kurdistanê fêrî gelek êş û zehmetiyan bûye
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî rojekê beriya ku, hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkay Barack Obamayê re bersifa pirsên Qoncik nivîsê Rojnameya Washington Postê, Jackson Diehl û Jim Hoagland de û behsa rewşa Sûriye û Iraqê kir û got: Kurd di nêvbera Qrîzên li herdu welatan de maye.
Jackson Diehl dibêje serokê Kurdistanê fêrî gelek êş û zehmetiyan bûye û miletê Kurd jî li herêmeka dijwar di nêvbera Bexda, Tehran, Enqere û Şamê de têkoşîna man û nemanê dike.
Di nivîsara xwe ya duhî de Jackson Diehl behsa sohbeta xwe ya digel Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî dike û dibêje: Mesûd Barzanî derheqê Bihara Erebî de got: Mirov çiqasê zêdetir lê temaşa bike mirov hewqasê zêdetir tê de pevçûn û kaosê dibîn.
Li Başûrê Kurdistanê li Bexdayê Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî piştî ku Rêberên Erebên sune terkedinya kir lêdixebite ku hemî desthilatê di destê xwe de kom bike. Lewra jî Mesûd Barzanî dibêje ku Iraq bi rastî di qirîzekê de ye û dibêje
Dibe ku hinek mirov hebin ku vê wekî qrîz bi nav nekin lê belê ev qirîzek e. Ev ne ew Iraq e ya ku me ji bo wê şer kir. Em dibînin ku hemî desthilat li cem partiyekê birêvebirekî tê komkirin
Li rojava yanî li Sûriyeyê jî rewş ber bi şerekê navxweyî ve diçe û jiyana sê milyon kurdên wêderê di xeterê de ye. Mesûd Barzanî ji bo Sûriyeyê dibêje
Li wêderê di nêvbera du aliyan de şer heye: elewî û sinî. Şerê wan şerê manûnemanê ye. En ne optîmîst im. Ez di navbera rejîmê û opozîsyonê de rihê hevdufêmkirinê nabînim
Kurd bi gotina herfî di navbera van herdu qirîzan de asê mane û herdu qirîzan destpê kiriye ku tesîrê li hevdu dikin. Berê Kurdan di navbera grupên cuda yên Iraqê de navberkarî dikir lê belê xebata wan ya ji bo çareserkirina nakokiya di navbera Rêberê şîî Nûrî Malikî û yê sune Tariq Haşimî de bi ser neket. Li Sûriyeyê Kurdan pişta xwe da rejîma Serok Beşar Esedî lê belê naxwazin tevlî opozîsyona ku Erebên sune tê de serdest in jî bibin berî ku ew garantiya zêdetir mafên kêmneteweyan bidin.
Mesûd Barzanî dibêje:
Rewşa Sûriyeyê tesîreka pir yekser û negatîv li ser rewşa Iraqê heye. Malikî bi têkçûna Beşar Esed ji xwe ditirse û difikire ka têkçûna wî dê çi tesîrê li rikeberiya erebên şîî û sinî ya li Iraqê bike. Halbûkî ev rejîma Sûriyeyê li Iraqê berpirsa ji % 80-yê hemî xwînrêtina bi destê terorîzmê bû. Malikî divêt fêm bike ko xelkê Iraqê ew hemî xwîn ji bîr nekirine ko piraniya kuştiyan sinî bûn. (KTV)