Serokê Kurdistanê êrîşa li Fransayê şermezar kir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî êrîşa terorîstî ya li bajarê Nice yê li Fransa şermezar kir û hevxemiya xwe bo xelk û hikûmeta Fransayê û malbatên qurbaniyan nîşan da.

Nêçîrvan Barzanî îro Înê li ser hesabê xwe yê twîterê amaje bi êrîşa roja bihorî ya li Dêra Notredam li bajarê Nice yê Fransayê dike û êrîşê şermezar dike û dibêje, di vê dema zehmet de hevsoz û hevxemê gel û hikûmeta Fransayê me.

Serokê Herêma Kurdistanê: “Ez vê êrîşa terorîstî şermezar dikim ku li bajarê Nice li Fransayê, hejmarek welatî kire armanc û bûne qurbanî.”

Nerîna min :