CivakRojev

Serokê Kurdistanê: Dr Necmedîn Kerîm aşiqê Kerkûkê bû

Êvariya îro în 06/11/2020 bi beşdariya birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, rêwresma pêşwazîkirina termê xwedê jêrazî Dr. Necmedîn Kerîm, kesayetî û siyasetmedarê Kurdistanê û parêzgerê berê yê Kerkûkê ji aliyê Serokayetiya Herêma Kurdistanê ve li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê birêveçû.

Li rêwresmê da ji bilî malbat û kesukar û dostên xwedê jêrazî, birêzan Cîgirê Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê, Nûnerê Serok Barzanî, Wezîrê Derveyê Iraqê û hejmareke ber biçavê wezîran û nûnerên hêz û aliyên siyasî û berpirsên hikûmî û hîzbî amade bûn. Piştî danîna tacegula li ser termê xwedê jêrazî, Serok Nêçîrvan Barzanî gotarek di derbarê jiyan û xebat û rol û pêgeha Dr Necmedîn Kerîm de pêşkêş kir ku eve jî naveroka wê ye:

Kesukar û malbata birêzê xwedê jêrazî Dr Necmedîn Kerîm!

Amadebûyên birêz!

Kurdistaniyên xweşdivî!

Îro em hemû li vir bi xemgînî, lê belê bi serbilindî pêşwaziya termê kesayetiyê jêhatî û têkoşerê Kurdistanê Dr. Necmedîn Kerîm dikin. Dr Necmedîn Kerîm bi serbilindî jiya. Her yek ji me jî dikare gelek bi serbilindî bi bîr bîne. Îro jî em hemû pêkve bi serbilindî pêşwaziyê li termê wî yê pîroz dikîn.

Dr Necmedîn Kerîm kesekî aza û biwêr bû. Azayetiyekî Kerkûkiyane û Germiyanane li xwîna wî da hebû, her ew wêrekî jî wiha kir çendîn helwest bixe dîroka xebat û kar û jiyana xwe. Dr Necmedîn Kerîm berî temamkirina xwendina pizîşkî ya li Iraqê, bûye endamê Yekîtiya Qutabiyên(xwendekarên) Kurdistanê, piştî temamkirina xwendinê jî bi bê du dilî wekî pizîşkek peywendiyê bi şoreşa Eylûl ve kir û bûye Pêşmerge. Di demeke kurt da jî karî bibê cihê baweriya Mela Mistefayê Barzanî Raberê Şoreşê. Piştî şikesta şoreşa Eylûlê, agahdar û beşdar bû li hinek ji amadekariyên ji bo berdewamîdana bi şoreşê û hilpêkirina şoreşa Gulanê. Piştî nexweş ketina Barzaniyê Nemir, Dr Necmedîn Kerîm wekî pizîşkek li gel çû Amerîkayê.

Dr Necmedîn Kerîm, di dema mayîna li Amerîkayê xwendina bilind li warê xwe da temam kir û bû yek ji pizîşkên bawerpêkiriyê seranserê Amerîka, li warê akademî da jî pêgeheke bilind hebû. Dr pêşketina xwe ya li warê pizîşkî, ji bo peydakirina dostên ji bo çareseriya kêşeya Kurd bikaranî, hewl dida zêdetirîn piştevanî ji bo mafên rewayên xelkê Kurdistanê bi dest ve bîne. Birastî dema mayîna li Amerîka, gelek dost ji bo Kurdan peyda kir û berdewam kar hêsanî ji bo şanda partiyên Kurdistanî dikir bo ku bikarin berpirsên Amerîka bibînin û li gel wan biaxivin. Bi vî awayî bi dirêjahiya jiyana xwe ya li Amerîka, li xebatkirina ji bo Kurdistanê veneqetî û ji ber karkirina xwe ya ji bo Kurdistanê, dostayetî li gel hizb û aliyên hemû perçeyên dinê Kurdistanê çêkiribû.

Birêzan..

Dr Necmedîn Kerîm sala 2009 vegeriya Kurdistanê û bû endamê Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, birastî jî yek ji wan kesan bû cihê baweriya xwedê jêrazî Mam Celal bû, Dr Necmedîn Kerîm jî ji bo xwedê jêrazî Serok Mam Celal, ewê ji dest dihat bi dilsoziyê ve bi cîh dikir.

Dr Necmedîn aşiqê Kerkûkê bû, wekî ku ew bi xwe digot Kerkûk ji bo wî wekî dile, ji ber ewe jî ku nîsana 2011 bu Parêzgerê Kerkûkê, bi eşq ve û gelek bi dilsoziyê ve kar ji bo Kerkûkê dikir û bi tu awayekî jî ji karkirina ji bo Kerkûk û Kerkûkiyan nediwestiya. Eger temaşa wê demê bikîn ku Dr Necmedîn Kerîm Parêzger bû, dibînîn mezintirîn geşbûna Kerkûkê li serdema wî da bûye. Nêzîkî (600) xwendingeh hatine dirust kirin, sê dewamiya li xweningehên Kerkûkê nema, zêdetirê (30) binkeyên tendirustiyê hatin dirust kirin, % 70 ê caddeyên nava taxên Kerkûkê hatin qîr kirin, nexweşxaneya Azadî bi awayeke gelek baş hate nûjen kirin, nexweşxaneyekî mezin ya hemdem ji bo Hewîce hate avakirin, rêya Silêmanî – Kerkûk – Bexda, her wiha rêya Kerkûk – Hewlêr kirin coterê, bendava Xasecayê çêkir, salane nêzîkî (400) proje li Kerkûkê bi cîh dikir.

Dr Necmedîn Kerîm hewl dida xizmeta hemû Kerkûkiyan bike bi hemû netewe û pêkhatan ve, lê belê li heman demê de ewe jî dizanî ku Kerkûk kêşeya navenda Kurdistane li Iraq. Ji ber wê jî li gel Serok Mesûd Barzanî û Serok Mam Celal gelek bi dilsoziyê ve hewl dida ku wan kêşeyan çareser bike.

Gelek ji wan projeyên ku bi hevkariya me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Kerkûkê dihatin bi cîhkirin, cenabê wî gelek bi dilsoziyê ve ku dihat û li gel me diaxaft, herdem pêdagiriyê li wê yekê dikir ku divê hevkarî bê kirin bo ku projeyên li Kerkûkê bi awayeke baş bêne bi cîh kirin. Gelek bi dilsoziyê ve hewl dida ku kêşeyên Kerkûkê çareser bike, dizanî girifta bingehîna di navbera Hikûmeta Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê meseleya Kerkûke ku cewherê bingehîna kêşeyane. Lê belê mixabin ji ber pêgirînebûna aliyên Iraqiyan bi maddeya 140 ya destûra Iraqê ve, heta niha jî ew kêşe bi helawestî maye, ewe jî ziyaneke zêde ji bo hemû Iraqê hebû û heye.

Li vir li ber termê Dr Necmedîn Kerîm da, carekî din dûpat dikîn ku divê kêşeya Kerkûkê û navçeyên kêşe li ser bi awayeke aştiyane û bi diyalog, li ser bingeha destûra Iraqê bêne çareser kirin. Her çende ew kêşe bê paşxistin, aloztir dibê. Ji bo wê yekê jî em careke din daxwaz dikîn, pêkve rûnîn û wan kêşeyan li çarçêweya destûra Iraqê da çareser bikîn.

Birêzan…

Dr Necmedîn Kerîm, piştî jiyanekî pir li kar û têkoşînê, em bi cîh hiştîn. Îro careke din hevxemiya xwe û Serokayetiya Herêma Kurdistanê li gel kesukar û xizmên wî, li gel xelkê xweşdiviyê bajarê Kerkûkê û hemû gelê Kurdistanê, dûpat dikim. Li ser wesiyeta xwe, îro bi awayeke demkî li Hewlêrê bi axê tê spartin, hêvîdarîn zû ew hêviya Dr Necmedîn pêkbê ku daxwaz kiribû termê wî ji bo heta hetayî vegerê bajarê Kerkûkê. Hêvîdarîn rewşeke wiha bi lez pêkbê û em bikarîn termê Dr Necmedîn vegerênîn Kerkûkê.

Dîsa serxweşiyê li kesukarê Dr Necmedîn dikim, serxweşiyê li Sozanxan û zarokên wî dikim, hevbeşê xema wanîn û hêvîdarim xema wan ya dawî bê.

Hûn ji hemû aliyek bixêrhatin, gelek spas.

Back to top button