Serokê Kurdistanê digel Komela Îslamî civiya

Li dirêjahiya kombûnên li gel aliyên siyasî da êvariya îro sêşem 18.02.2014 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel Elî Bapîr Emîrê Komela Îslamî û şanda li gel ku ji hejmarek Endamê Mekteba Siyasiya Komela Îslamî pêkhatibûn civiya.

Di destpêka vê kombûnê da şanda mîhvan bi xêrhatina Serok Barzanî ya piştî serdana serkeftiya Ewrûpa kir. Paşê hengavên dawî ya pêvajoya danustandinên aliyên siyasiyan ji bo pêkanîna kabîneya nû xistin ber behs û şanda Komela Îslamî helwesta xwe ya li vî derbarî de bi Serok Barzanî ragihand û tekez li ser pêkanîna Hikûmeta bingeha berfireh kir û nîgeraniya xwe jî di derbarê paşketina pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanda. Li beranber da Serokê Herêma Kurdistanê soza wê yekê da ku li hewlên xwe yên berev leztirkirina pêvajoya danustandinê û her wiha pêkanîna Hikûmeta bingeha berfireh de hengavan bavêje.

Li beşekî dinê civînê de peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda û encamên serdana şanda bilinda Herêma Kurdistanê ya Bexda hate nirxandin.

Axaftina li ser pêvajoya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û her wiha metirsiyên pêvajoya nebaş a siyasî û emniya Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

Nerîna min :