Serokê Kurdistanê diçe Îmaratê
Serokê Kurdistanê, Mesûd Barzanî, dê beşdarî komcivîna navdewletî ya aborî bike ku dê di 1ê gulana îsal li Îmaratê bê sazkirin.
Berdevkê serokatiya Herêma Kurdistanê, Omêd Sebah, ji AKnewsê re got, serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, digel şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê dê îro (30.04.2012) li ser vexwendina fermî ya Îmaratê, serdana wî welatî bike.
Li gorî agahiyên gihîştiyan, di şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê de ku dê sibê bi serokê Kurdistanê re herin Îmaratê, berpirsê têkiliyên derve, Felah Mistefa, wezîrê bazirganî û pîşesaziyê, Sînan Çelebî, serokên jûrên bazirganî û hinek bazirganên Kurdistanê hene.
Komcivîna navdewletî ya aborî, dê 1ê gulana îsal li Îmaratê bê sazkirin û 4 rojan bidome. Nûnerên 75 welatan dê beşdarî vê komcivînê bibin.