Polîtîk

Partiya Îslamî ya Kurdistanê ava dibe

Grubek siyasetmedarên îslamî li Kurdistana Bakur, dixwazin partiyek olî û muhafazakar ava bikin. Tê gotin ku ev gruba îslamî xwe amade dike ki bi navê “ Partiya îslamiya Kurdistanê“ partiyekî damezirînin.

Ji parêzerê baroya Diyarbekirê Sitqî Zîlan da xuyakirin ku ewê heta meha 10.2012-ê partiyê damezirînin.
Zîlan da xuyakirin ku, ewê ne dijê tu partiyek ku di qada siyasî de xebatê dikin bin. Dê ewê li gel partiyên heyî dost bin. Herweha Zîlan eşkere kir ku, ewê li bajarên wek Îzmîrê ku kurdên muhafazaker lê tûnenin siyasetê nekin.

Dixweyê dê qada siyasî de bi damezirandina partiyek îslamû û Kurdistanî dengek nû derkeve. Gruba ku bi kurdên muhafazakar û îslamî li gora ku tê gotin Kurdistana Başûr ji bo xwe wek mînak dibînin.

Back to top button