Hevpeyvîn

Îbrahîm: Helwesta Xelyûn gelekî şovînî ye

Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê diyar kir ku ew li ser rûxandina rêjîma Sûriyê naxbite. Peyvdarê PDKê gotinên serokê Encûmena Sûriyê li ser Kurdistana Sûriyê wek “şovînî” bi nav kir.

Di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re Cafer Ibrahîm ku,  peyvdarê PDKê û endamê polîtburoya wê ye, got ku rûxandina rêjîma Sûriyê ne bi destê partiya wî ye, lê ew pêşbînî dikin ku desthilata niha ya Sûriyê dê bi dawî bê. Ibrahîm got:

Em weke PDKê behsa rûxandina rêjîma Sûriyê nakin û me xelk jî ji bo rûxandina rejîma Esed germ nekiriye.

Peyvdarê PDKê tekez kir ku wan daxwaz kiriye ku:

Rê ji xebata sîvîl û aştiyane re bê dayin û pirsgirêk bi şêweyên aştiyane û demokrasiyane bên çareser kirin”. Ibrahîm bal kişand ser rewşa gelê kurd li Sûriyê ku ew ta niha “ji sadetirîn mafên jiyana vê serdemê hatine bêpar kirin.

Cafer Ibrahîm herweha êrîşî Burhan Xelyûn kir û got ku helwesta wî “gelekî şovînî” ye. Serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re gotibû ku di warê coxrafî de “tiştek bi navê Kurdistana Sûriyê tune”. Ibrahîm got ku PDK vê helwesta ku “di nava opozîsyon û desthilata niha ya Sûriyê de jî heye” protesto dike. Ibrahîm got:

Em ji Xelyûn çaverêyî helwestên erênî bûn, lê ne helwestên bi vî şêweyî.

Ji bo lihevhatineke di navbera xwe û Encûmena Niştimanî ya Kurdî de serokê ENSê ligel şandekê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi serok Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anîbû. Di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re Xelyûn Barzanî rexne kiribû û gotibû ku ew fêm nake çima ew ji helwesta ENSê beramberî gelê kurd li Sûriyê ne razî ye. Barzanî ji rojnameya el-Hayat re gotibû ku heta mafên gelê kurd li Sûriyê neyên pejirandin, partiyên kurdî tevlî Encûmena Sûrî nabin. Xelyûn jî bersiv dabû û gotibû: “Heta niha birêz Barzanî bi me re li ser van mafan neaxiviye, em nizanin ew behsa çi dike.”

Back to top button