CivakRojev

Serokê Kurdistanê dawetê Kerbelayê kirin

Piştî nîvroya îro pênçşem 15/10/2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Nesîf Casim Al Xitabî Parêzgerê Kerbelayê kir.

Li hevdîtinê de birêz Parêzgerê Kerbelayê bi kurtî di derbarê rewşa parêzgehê bi taybetî li rûyê geştiyariya olî ve zanyariyan pêşkêş kir û balkişand li ser wê yekê ku aramiya Kerbelayê, rê ji bo sermayeguzarî û veberhênana navxweyî û biyanî xweş dike û parêzgeh li proseyeke berdewam berfirehbûnê daye. Her wiha birêz pesnê ezmûna serkeftiya kerta taybetî ya Herêma Kurdistanê ya li warê veberhênan û sermayeguzariyê da kir ku dikare ji bo Kerbela û parêzgehên dinên Iraqê jî sûd jê werbigrin.

Li beşeke dinê hevdîtinê de hemahengiya parêzgehan û Hikûmeta Federal û girîngiya parvekirina zêdetirê desthilatan ji bo parêzgehan xistin ber behs, heta bikarin xizmetên baştir pêşkêşî welatiyan bikin û kar û projeyan bi leztir encam bidin.

Li dawiya hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî, vexwendineke birêz Parêzgerê Kerbelayê ya ji bo serdana parêzgehê qebûl kir û hêvî xwest di demeke guncayî ya paşerojê de serdana Kerbelayê bike.

Back to top button