Serokê Kurdistanê: Berjewendiyên bilindên welatê xwe li berçav bigrin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê bi helkefta roja rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û peyama xwe de daxwaz ji rojnamevanên Kurdistanê dike û dibêje: Herdem li wê astê bin ku hişyarî û zanyariyên rast û dirust û hevsengiyê veguhezin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li berçav bigrin.

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê li salvegera Rojnamegeriya Kurdî da

Bi helkefta sed û bîst û duyemîn salvegera rojnamegeriya Kurdî û derçûna yekem hejmara Rojnameya Kurdistan ya Mîr Mîqdad Bedirxanî rewanşad ve ku hevdeme li gel bîst û duyemîn salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyekî germ li hemû rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û pêşketinê ji bo hemû rojnamevanan û Sendîkaya wan dixwazim.

Îsal ku wê salvegerê bi bîrtînîn, Kurdistan û cîhan li ber gefa şewba Korona û rewşeke ne li normal daye, rola rojnamevan û medyakaran li belavkirina hişyariya tendirustî û xweparêziyê ji wê şewbê û handana welatiyan ji bo pêgirîkirina rêkaran ve, rolekî bi bandor û ber bi çav bû, bi rêz ve dinirxînîn. Hêvîdarîn her çi zûtire ev bela ji stukura mirovayetiyê vebê û jiyan li Kurdistan û cîhanê asayî û normal bibê.

Li vê salvegerê da wekî herdem piştevaniya xwe ji bo rojnamevan û azadiya karê rojnamegeriyê dûpat dikîn. Li rojnamevanan jî çaverê dikîn hemû berpirsiyarane û pîşeyiyane, muamele li gel pirs û babetan bikin. Herdem li wê astê bin ku hişyarî û zanyariyên rast û dirust û hevsengiyê vediguhezin û parastina aştiya civakî û aramiya siyasî û berjewendiyên bilindên gel û welatê xwe li berçav digrin.

Silav li bîranîna rojnamevanên şehîd û ew rojnamevanên pêşengên jiyana xwe ji bo gihandina rastî û pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê terxan kirin.

Pîrozbahiyê li hemû rojnamevanan dikim, hêvîdarim sala bê li rewşeke baş û bextewer da bîranîna vê rojê û helkeft û boneyên din bikîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/04/2020

Nerîna min :