Polîtîk

PDK û YNK dicivin

Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê şandek ji bo guftûgokirinê pêktînin û komdibin. Endamekî Mekteba Siyasiya YNK jî dibêje: Civîna wan taybet dibê bi nirxandina peywendiyên di navbera her du aliyan.

Soran Cemal Tahîr Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Mekteba Peywendiyên YNK ragihand “Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê şanda xwe ya ji bo guftugokirinê pêkaniye. Li civîna îro ya Mekteba Siyasî da me jî şandek pêkanî, mijara serekiya civîna me ya li gel PDK taybet dibê bi guftûgokirina peywendiyên me”.

Her wiha Endamê Mekteba Siyasî ya YNK behsa ewe kir, amadekarî ji bo civînê hatiye kirin û “Roja çarşem 22ê nîsana 2020 komdibîn”.

Dîsa piştî civîna doh yekşem ya Mekteba Siyasî ya PDK Mehmûd Mihemmed Peyvdarê Fermî yê PDK di derbarê peywendiyên xwe yên li gel YNK ragihand, wan rêkkeftineke siyasî û îdarî heye û hatine îmzakirin û pêwîste ji bo wê yekê vegerîn ser rêkeftinan û li her kû da kêşeyek hebê bi guftûgo û hevdû têgihiştinê çareser bikîn.

Back to top button