Civak

Serokê Kurdistanê 5 parlamenterên kurd li Swêdê pîroz kir

       

Birêzan Endamên nû yên hilbijartiyên Parlemen

Ji bo wê serkeftina ku we li endamiya Parlemena welatê Swêd bi destxist, gelek ji dil bi navê gelê Kurdistanê û bi navê xwe ve xweştirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we dikîn.

Bêguman ev serkeftina we xebat û westabûna we ye ku bi piştgiriya revendên Kurdistanî li derve û hevsoziya xelkê Kurdistan li navxoya welat, cihê şanaziya we yên Kurdistaniye ku we karî dûrî lezêdî xwe bi awayekî baş tevlî proseya siyasî û kulturiya civaka pêşkeftiyên cîhanê bibin bi taybetî li welatekî wekî Swêd ku yasayên wê li ser bingeha girîngiyên demokrasî û rêzgirtina mafên mirov ve hatiye damezrandin û rê dide her kes û bîr û nêrînek tevlî jiyana siyasî bike, li vir da bi pêwîstî dizanim spasiyekî taybet pêşkêşî gel û civaka Swêd bikim ku beşekî berbiçavê zarokên Kurdî himbêz kiriye û mafê wê yekê dane bi wê berfirehiyê beşdarî prosesa demokrasiyê li vî welatî de bikin. Li heman demî de destxweşiyê li rewenda Kurdî dikîn ku bi vî awayî beşdarî li civat û kor û komele siyasî û kulturiyên welatên cîhanê dibin.

Li dawiyê de hêvîdarim ku li karê xwe yê nû de serkeftî dibin û tevahiya hewlên xwe bixin holê ji bo bi cîh gihandina belên û soz û erkên li ser şana we her wekî ku çawa ji wê tê xwestin bibin bi dakokîkarekî çalak ji bo li berçav girtina mafên gelê Kurdistanê ku hun bi xwe jî zarokekî vî neteweyî ne.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
25/09/2010

Back to top button