Berev kongreya nû ya Partiya Demokrata Kurdistanê
Partî wekî terîqetek ji bo xebata neteweyî
Partiya Demokrata Kurdistanê li sala 1946 ve heta wekî îro ku 12 kongreyên cûda cûda sazkiriye, li pêvajoyeke bi tevahiya cûda de kariye 12 kongreya partiyê bi awayeke berfireh saz bike. Kongreya 13. Partî li dawiya îsal tê sazkirin û niha jî Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê biryar daye ku îsal li 11-11-2010 kongreyê saz bike û niha ji bo bi cîh kirina 13 lîjneyên profesyonalî û çalak ji bo karkirinê bi awayeke zanistî ji bo serkeftina kongreyê kar dikin.
Partiya Demokrata Kurdistanê tu demek metirsiya sazkirina kongreyê nebuye, ji ber ku berdewamiya vê rêxistina neteweyiye bi hebûna sîstema demokrasiya navxo ve hatiye girêdayiye, temen û ezmûna siyasî û kargêriya Partiya Demokrata Kurdistanê, herdem li pêvajoyeke nûbûna bi berdewam daye, tevahiya berevajiya nêrîn û plana dijminên Partî û xebata gelê Kurdistanê, siyaset û xebat û kar û bernameya Partiya Demokrata Kurdistanê, bernameyekî neteweyî, cemawerî û demokrasiye, berdewambûn û jiyana li gel berdewambûna (hebûna) gelê Kurda dimînê. Eve jî bi awayekî giştî erkê Partî û serkirdayetiya siyasiya wê hîzbê zehmet dike, Partî berpirse li piyadekirina siyaset, li dirûstkirin û îdareya Hikûmeta Herêmê, li avadankirinê ve û binyatnana dewlet û mûessesat li Kurdistanê da, bêguman Partiya Demokrata Kurdistanê, diviya kongreya 13 hemîna xwe li 16 ê tişrîna yekema sala 1999 saz bikira, lê belê ji ber wê yekê ku qonaxa piştî 1999 li seranserê Iraqê da, bi hestiyartirîn metirsîdartirîn û nasiktirîn qonaxên dîroka dewleta Iraqê de tê hejmartin.
Ne ku wekî tenê partî, belkû sercem hêz û aliyê siyasiyên dinê grupên siyasiya Kurdistanê, li 1999 mijulî xebat û kar û bernama siyasiya cur bi curbûne, ji bo rûbirubûna pêvajoyê gelek estem û taybet bi hevkariya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqî, li danustandin û pêwendiya xwe sazkirin û xwe gûncandinê bûne û ew pêvajoya taybet ku li ser gelên Iraqê da hatin, asayî nebûne, ji ber wê yekê jî, bi taybetî Partiya Demokrata Kurdistanê, birêz Mesûd Barzanî li heman demî da, Serokayetiya Herêma Kurdistanê li studaye, û mijulî bi kar û bername û erkê Serokayetiyê ye, ji bo îdareya Serok Barzanî, bi bawerbûn bi neteweya Partiya Demokrata Kurdistanê û cemawerbûna vê hîzbê, bi baweriya min ewê ku erk û bernameya hîzb, her tenê xizmetkirina gelê Kurdistanê de buye, ji ber wê yekê buye, ku paşxistina kongre, belkû bi berevajiyê ve nebûye berbestek li pêş xebata neteweyî û Kurdayetî û xizmetkirina cemawerê xelkê Kurdistanê û avadankirina welat.
Bi berevajiya vê nêrînê hinek kes û aliyên nehez dibêjin, eger Partiya Demokrata Kurdistanê, 11 sale kongre nekiriye, lê belê partî û serkirdayetiya partî, karekî mezin û berdewam kiriye, ji bo dirûstkirina Serokayetiya Herêma Kurdistanê sercem mûessesat û dam û dezgehên destûrî û neteweyiyên dinê li Kurdistanê, partî wekû aliyekî berpirs û cîddî karê mezin encam daye li bi warê yekxistina navmalê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û nehiştina du îdareyî, û li vir jî cihê xweye balê bikşînim li ser wê yekê ku endazyarê aştiya tebayî li navbera partî û yekîtî û aliyên dinê Kurdistanê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê buye, û li pişt wî jî mekteba siyasî buye.
Partiya Demokrata Kurdistanê, bi berdewamî, kar kiriye li ser çespandina ezmûna hukimraniya demokrasiya Kurdî li Iraq da, raste gelek caran kar û kesan berpirsiyariyetiya hevbeş û tevlîhev hebuye, lê belê pêvajoya niha ya Kurdistanê wiha xwestiye, ji bilî wê jî mixabin wan salên derbasbûyî keş û hewayekî gelek metirsîdar û taybetî li ruyê Herêma Kurdistanê û navçeyê kiribû, ew jî meseleya rû bi rubuna me ya li gel terorîzmê, ku li vir jî partî û aliyên din pêwîst bi meseleya asayîş, bi hemahengiya tevahî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê da, ne kû tenê Wezaretên Hikûmet belkû hemû hemwelatiyan beşdarbûne li helmeta berfireha terorîstan de.
Erkê partî, li hemû cihên welat, erkekî neteweyî û cemawerî û îdarî dimînê, û ev bername jî li aliyên cenabê Mela Mistefayê Barzanî ve ji bo me maye, li heman demî de, Partî wekî hîzbekî neteweyî Kurdistanî karê rêxistiniya xwe kiriye, lê belê herdem partî / rêxistin / şoreş li xizmetkirina hemwelatiyên gûnd û bajar û bajarokên Kurdistanê da buye.
Li vir da, pirsa nasnameya partî tê holê?
Nasname û şunasa Partiya Demokrata Kurdistanê, nasnameyekî neteweyî / cemawerî/ demokrate, li gor nêrîna min, Partiya Demokrata Kurdistanê, naşibê li tu hîzb û rêxistineke dinê Kurdistanê, ji bo wê yekê ez bawerim ku Partî ne hîzbe ( Wekî her hîzbekî din), belkû terîqeteke ji bo Kurdayetî û awayê li binyatnana civak û xizmetkirina welat de, ew awayê sirûştiya ku li kelepûra Barzaniyê Nemir da maye. Ez bawer nakim tu kongreyek û tu biryarek sîstem û bername û mahiyeta partî û rêxistinên navxoya wê hîzbê bigûherê, belkû herdem partî wekî hîzbek li xizmeta hemwelatiyan û xelkê hejar da bimînê, bernameya avadankirinê ve û parastina asayîşa welatiyan li stu daye, û li sala 2003 proseya azadiya Iraq buye paşê jî mijulî çendîn prose û bernameyên hilbijartinan buye, ji bo Kurdistanê gelek estem buye.
Felsefeya kar û bernameya siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê, li ser bingeha civakî / neteweyî / xizmeta tak li çarçêweya sîstema komelayetiya rêxistin / dewlet / desthilat da, bi berdewam partî wekî ferhengekî kevinê Barzaniyê Nemir, ji bo îdareya gel herdem mijulî dirûstkirina sîstemê buye.
Îsal partî, kongreya nû ya xwe saz dike, li keş û hewayekî azad da, sercem bername û meseleyên giştî û çarenûssazên Kurdistan û Iraqê, têne axaftin, li gel wan rûdawan jî ramana partî û kesayetiyê şarezayên li nav partî bi vegerana ji bo birêz Mesûd Barzanî, wekî merceke neteweyî ji bo hizb kar dikin ji bo sazdana platform û guftûgo bi mebesta berev pêşvebirina xebata rêxistina hizb û xwe gûncandin li gel dewruberê nû ya civaka Kurdistanî.
Gelek girînge ji bo vê kongreyê ku pirsa gûhertina li bername û cure û ramana stratejiya hizb li xwe bigrê, ne ku tenê bername dabirêjê ji bo gûhertina kesayetiyan û (Anîna Afret û Gencan) ji bo serkirdayetiya hizb, îbret li bername û siyaset û felsefeya hizb bê, ne ku tenê li rûxsaran.
Awayê Partiya Demokrata Kurdistanê û berdewambûna bi berdewambûna jiyanê ve girêdayiye, jiyan û civak çawa û kengê bigûherin, eve Partî bi awayekî raste rast bi bandor dibe, ji ber ku bi riwalet û bi şûnas û mekanîzm, partî wate şoreş û xelke.
Partî berdewam li nûbûnê daye û tenê kongre partî nû û genc nake, belkû herdem li dema pêwîst hîzb xwe nû dike, û pirsa têkelkirina genc û kesayetiyê rewşenbîr û lêhatî, demeke dirêje li aliyê partî û serokayetî ve kar li ser hatiye kirin, û ez bawerim berî hemû aliyek wan hest bi vê meseleyê kirine.
Li kongreya nû ya partî da, Serokayetiya hîzb û bingeha cemaweriya partî berfirehtir û bihêztir dibê, bi bernameyekî neteweyî tokme û bi gotarekî siyasî yekgirtî û rêberayetiyekî bi hêzî xurt tê nav grupên siyasiya Kurdistanê, vê carê kongre bi awayeke din dibe, wekî ku herdem Partiya Demokrata Kurdistanê, wekî awayekî û terîqetekî pakê Kurdayetiya xwe nû dike û pê dixe nav sediya nû.
Xisro Pîrbal
[email protected]