" JITEM-ê min avakir! "
Arif Dogan efserek teqawîd e. Di doza Ergenegonê de hate girtin û niha jî serbeste.Arif Dogan nexweşe. Ji berî niha çend rojan hinek kasetên bi dengê Arif Dogan tê de hatin belav kirin. Di van kasetan de behsa JITEM-ê dike û tiştên ku li Kurdistanê kirîn eşkere dike. Niha li gel Rojnama Haberturk hevpeyvînek kiriye û cardin li xwe mikur tê gotinên balkêş dibêje. Tişta ku Arif Dojan dibêje, dihêle ku tevgera kurd li Bakurê Kurdistanê ji nû ve xwe berçav re derbas bike.
Beşek ji hevpeyvîna Arif Dogan.
“ Tu pêwendiya min Ergenekonê re tuneye. Pêwendiya min li gel JITEm e. Ez hêvî ji dadwera dikim ku bila rojek zûtir êfada min bigrin. Ji berî ez bimrim bila êfada min bê girtin. Tiştên ku ez bêjim pirsa Ergenekonê û pirsa PKK-ê, di gelek waran de zelal bike. JITEM min bi serê xwe damezirand.Lê ez sala 1990-ê ji JITEM-ê veqetiyam û tu pêwendiya min li gel JITEM nema.“
Albay Arif Dogan dibêje ku wî JITEM ji kurdan avakiriye.Ew kurdên ku ji wan bawer bû di JITEMÊ de kar dikiran. Dogan di vê derbarê de dibêje: “ Van kurdan gelek agahdariyên nehînî û girîng didan min. Agahdariyên gelek girîng bi rêya wan diketin di destê min de. Çalakiyên ku PKK-ê bikiran min dizanîna. Dema PKK li ser xwe bû, û gelek aktîv bû min berpirsiyariya JITEM-ê heta dicle dabû aşîra. Her eşîrek li herêmekî berpirsiyar bû. 10 hezar kes li gel min kar dikiran. Armanca me ya mişterek dijminetiya PKK-ê bû.Di kuştina teroristan de berjewendiya wan hebû.Ji bo her kuştinekî 3 hezar lîra distandin. Perê diketa destê min de ji yê wan kêmtir bû. Di nav JITEM-ê de 620 jin hebûn.Ew jî gelek caran tevlî operasyona dibûna.Gelek caran em tixûbên Tirkiye derbas dibûne û me operasyon dikiran.“
Arif Dogan di berdewambûna hevpeyvîna xwe de dibêje:
*Ji bo min JITEM ava kiriye ez qet ne poşmanim.Başbû ku min JITEM avakiriye. Kesên min ji PKK-ê kuştîn gelekin, ez hêjmara wan nizanim.
*Di nava PKK-ê de zilamên me hebûn, agahdarî di cih de digihatin destê me.Dema em ji operasyona divegeriyan me hesabê fîşekên xwe dikiran, hinek ji kurdan hesabê laşên kuştiya dikiran. Lê gora wê jî me pere didan.
*Ti derdê me yê tixûba û izin girtinê tunebû,her der ji bo me wek Enqere bû.
*Ez heta niha 3 cara mirime. Cara yekem dema ez girtim û danîm zindanê de.Min 25 sala dijê terorê şer kiriye, tenduristiya min ji bo vê yekê têkçû. Min girtina zindanê heq nekiri bû. Cara duyem, dema yên wek Leyla Zana, Ahmet Turk,Sirri Sakik û Orhan Dogan bûn parlementer ez mirim. Cara sêyem jî ya ez kuştim û xilas kirim, dema endamên PKK-ê hatin Tirkiye û bi dihol û zirnê hatin pêşewazîkirin bû.
*Hinek kes derdikevin televizyona û di rojnama de behsa PKK-ê dikin.Ew hemî çêroka dibêjin. Erdal Sarizeybek, Bulent Orakoglu, Mahir Kaynak, Osman Pamukoglu û Hanefî Avci tiştên vale qiset dikin û tiştên dibêjin çêrokin. Hinek kaxizan didin destên wan û tiştan bi wan didin gotin. Wan wek nivî min tekoşîn nedane. Ew P-ê ya PKK-ê û J-ê ya JITEM-ê nizanin.
Arif Dogan kiye?
Arif Dogan sala 1945-ê li qeza Kirikhanê ya girêdayê Antakya ji dayik bûye.Sala 1971-ê bû berpirsê Istixbarata leşkerî li bajarê Trabzonê. Sala 1983-ê di nav nawenda cendirma de bû berpirsek girîng yê istixbarat a leşkerî.Di nav cendirma de grubek ya istixbaratê çêkir û 7 sala berpirsiyariya wê grubê kir.Piştî ji leşkeriyê veqetiya sala 1998-ê bû berendamê parlementoyê di partiya Tansu Çîller de lê kar nekir.Navê Arif Dogan gelek bûyerên girîng de derbas dibe.