Serkeftina parlementerên kurd yên Swêd
Roja 19-ê îlonê li Swêd hilbijartin çêbûn. Ji bo parlementoyê gelek kurd di partiyên cuda de berendamên parlementoyê bûn. Pênc kurd di lîstên partiyan de ketin parlementoyê û bûn parlementer. Di Partiya sosyal Demokratan de du kurd,di partiya jîngehê de kurdek, di partiya çep de kurdek û di partiya ge la liberal de jî kurdek ket parlementoya Swêd de. Ketina 5 kurdan ya parlementoya Swêd ji bo kurdên li Swêd dijîn serkevtinek gelek girîng û bi nawerok e. Em wek Rojevakurd pîrozbahiya van parlementerên kurd-swedî dikin û hêvî dikin ew di jiyana xwe ya parlementerî de serkevtîbin.
Di van hilbijartinan de eşker bû ku, eger kurd organîzekirîbûna, dê hêjmara parlemnterên kurd zêdetir bûya. Mixabin hevkariyek berbiçav di nav berdandamên kurd yên di nava partiyekî de tunebû. Tunebûna vê hevkariyê û ne organîzekirina kurdan li Swêd wek kêmasiyekî bû.
Hinek berendamên kurd ku neketin parlemento de jî dengên kesayetî gelek anîn û ev yek jî dibe sedemek bingehîn di partiya xwe de pêşerojê wê di astek bilin de siyasetê bikin. Herweha ji bo hemû berdendaman jî bo wek tecrûbeyekî.
Kurdên ku hatîn hilbijartin di lîsteyên partiya xwe de cihê jor bûn û ketin parlementoyê. Lê gelek di lîsteyên partiyan de gelek cihên jêr jî berendamên kurd hebûn. Piraniya wan dizanîna ku nayên hilbijartin. Lê li dengên tercîhê digeriyan , da ku bikaribin di lîsteya xwe de pêş bikevin. Bê goman berendam li gora dengên kesayetî yanî yên tercîh distînin giraniyek wan di nav partiya wan de çêdibin.
Lê cardin dengên kurda belav bû, hinek berendaman dengên gelek girtin ew jî bû demanek ku siyasetê di nav partiyên xwe de astek bilind de bikin. Ya herî girîng ewe ku,pêşerojê de kurd bikaribin organîzetir bibin û da encamên pêwîst destpêxin.
Cardin serkevtinê ji bo parlementerên kurd-swedî dixwazin…