Cîhan

Serokê Koreya Bakur mir

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Il 69 saliya temenê xwe de jiyana xwe ji dest da. Li gora ajansa fermi ya Çînê Şinhaua ragihandî Kim Jong ji bo nexweşiyên xwe yên fizîkî û mejî jiyana xwe ji dest daye.

Kim Jong roja 17-ê mehê demjimêr 8.30 sibehê jiyana xwe ji dest da. Kim Jong sala 1994-ê piştî mirina babê xwe Kim II-Sung bibû serokê Koreya Bakur. Niha jî çavê cîhanê li Koreya Bakur e, ka gelo dê şûna wî de kurê wî bibe serokê vî welatî yan dî çewe bibe. Lê li gora pisporan ihtimalek mezin dê kurê wî  bibe serokê Koreya Bakur.

Back to top button