Polîtîk

Serok li gel komita lêpirsînê civiya

Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî li Selahadîn li gel serok û endamên komîteya lêpirsîna bûyerên li Zaxo civînek pêkanî. Komîta lêpirsîna bûyerên Zaxo, bi berfirehî behsa xebata ku di derbarî bûyerên li Zaxo bûyîn kirin û encama lêpirsîna xwe ji bo serokê Kurdistanê ragihandin.

Serok spasiya endam endamên komisyonê kir û xebata ku wan kirî gelek girîng nirxand.
Piştî rapora komiteya lêpirsînê dê serokê Kurdistanê rojên pêş de ji bo gavên pêwist bête avêtin talîmatan bide.

Wek tê zanîn bûyerên li devera Zaxo û hinek bajarokên din destdayî di aliyê civakî de û hevrejiyana li Kurdistanê heyî de wek tehdîdekî bû. Mesud Barzanî di cihde midexeleyê van bûyeran kir û ji bo sedemên van bûyeran piralî bête zanîn komîteyek taybet ava kir. Niha vê komîtê lêpirsînek berfireh pêkanî û encama karê kirîn pêşkêşî serokê Kurdistanêkirin.

Rojevakurd

Back to top button