Pirsgirêkên di navbera şîa û suneyan de mezin dibin
Parlementerê Iraqê li ser lîsteya hevpeymaniya Kurdistanê Dr. Mahmut Osman di derbarê pirsgirêkên li Iraqê di navbera ŞÎÎa û suneyan de heyîn daxuyaniyek taybet ragihand.
Mehmûd Osman di daxuyaneiyeke taybet de, ji bo ajans û Radio Peyamnêr ragihand: Hukûmeta niha ya Iraqê hukûmeta Qeyranêye, li gorî her çi rêkeftinan hatibê dirûst kirin hukûemteke hîleye, çûnkî ne haevbeşe û ne jî baweriya wan pê heye, li gel vê yekê jî, ji aliyê Mezhebî û siyasî ve cûda ne, ji bo vê her ji depêkê ve kêşeyên(Problemên) Sûne û Şîîa bi hevre hene.
Osman di daxuyaniya xwe de dibêje: Di dema niha de, kû Emerîka xwe dikşîne, kêşeyên di navbera Şîîa û Sûniyan de zêdetir dibin, ev careke dî dide diyarkirin kû ev hukûmeta niha ya Iraqê, ne serkeftiye û ne jî hevbeşe. Herweha Osman da zanîn kû, li gel vê her pêwîste û dive diyalok bê kirin, lê bi gotûbêjan çareseriya arîşeyan diyare nabe, çûnke Şîîa dixwazin deshilata hukûmetê di destê wan de be, kesekî kurd û ji Iraqiye neke havbeş.
Derbarê boykot kirina kombûnên parlementoyê, Mehmûd Osman dibêje: Heta weke niha zor caran gefxwarin kirine, lê ji ber tiştek ne kirine, li nava xwe de jî Îraqiyan xwedî nêrînên cûda bûn, bo vê yekê, xelkê gefên Iraqiye cîdî negirtin.
Hêdî hêdî arîşe kurtir dibin û parêzvanên Tariq Haşimî bi tawanên terorê girtine, bo vê yekê îro yekşemê Nûrî Malikî, serokê wezîran belavokek arasteya serokayetiya parlementoyê kir da kû, mitmaneyê ji Salih Mutle serokê bereya diyalokê bête wergirtin.
Ji çareseriya pirsgirêka heyî Mahmut Osman dibêje: Eger aliyên heyî hatin ba hev û rêkeftin, destûr û rêkeftinên navbera xwe de, cîbicî bikin, di xalên hevbeş de bo hevdû tenazul bikin, weha dikarin perû pêş biçin. Ji ber ku Iraq welatekî dewlemende û pêwendiyên wê yên derve pirin, di heman demê de, Emerîka jî gotiye kû bo vê yekê hevkarî dike, lê eger kêşe berdewam bibin û kurtir bibin, weha zor egerên cûda cûda li Iraqê dê rûbidin.
Rojevakurd