Cîhan

Havel jiyana xwe ji dest da

Serokê yekem û yê dawî yê welatê Çekoslovakia Vaclav Havel 75 saliya temanê xwe de jiyana xwe ji dest da. Vaclav Havel, piştî rejima komînist a li Çekoslovakiya berê hilweşa  bû serokê yekem yê vî welatî. Vaclav Havel, bibû sembola hêza gel li vî welatî. Herveha yekemîn serok bû ku rêya aşitiyê bi hemî warî de karanî.

Dema Slovakya xwest ji Çekoslovakya veqetê û dewleta xwe damezirînê, Vaclav Havel pişgiriya vê daxwaziya wan kir û bê ku tu pirsgirêkên mezin peyda bibin Slovakia veqeta û serxwebûna xwe ragihan.

Herweha Vaclav Havel nivîskarek gelek naskirî bû. Dema bûyî serokê Çekoslovakia jî tu cara ew taybetmendiya xwe ya hunermendî û nivîskariyê winda nekir.

Vaclav Havel dihat naskirin ku “ şoreşgerê ku komunîzm ruxandî“ Vaclav Havel sembola çareseriya pirsgirêkan bi rêya aşitiyê û metodên demokratîk bû. Di vî warî de sekeft û bû nimuneyek ji bo cîhanê hemiyê.

Back to top button