Polîtîk

20 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan

Li Devera Diyarbekirê navçeya Pîran û derdora Qulpê operasyonên leşkeran li dijê çekdarên PKK-ê berdewam e. Leşker  bi hêzek mezin eve heftiyeke operasyonê li herêmê dike.

Li gora rojnama Star a tirkî heta niha 20 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dane. Herweha li gora agahdariya waliyê Diyarbekirê jî dayî rojnemeyan gote ku, heta niha 20 çekdarên PKK-ê hatine kuştin.

Heta niha li himberê van operasyona bêdengîya heyî baldikişand. Lê Îro piştî ku kuştina çekdarên PKK-ê hate belav kirin hinek parlementerên BDP-ê hewldan ku herîn herêma  operasyon lê tê kirin. Polis rê nade parlementeran bikevin di nav herêma ku operasyon lê têne kirin. Lê kaqrwanek ji otomobila jî ber bi herêmê ve rê ketiye.

Nûçeya pêwendîdar:

https://rojevakurd.com/civak/9124-Operasyon-kutina-ekdarn-PKK-.html


Rojevakurd

Back to top button