Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu bertek nîşanî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ku di civîna koma partiya xwe de ji Abdullah Ocalan re kiribû, da. Dervîşoglu got, “Yên ku ji lîderê terorê hêvîya dikin ne dewlet e, ew di nava xeflet û xeletiyê de ne.”
Serokê Giştî yê İYİ Partiyê Mûsavat Dervîşoglu bertek nîşanî banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya ji bo serokê PKK’ê Abdullah Ocalan da.
Bahçelî di bangewaziya xwe de gotîbû , “Terorîstê ku dema anîn Tirkiyeyê got ‘Ez ji her cure xizmetê re amade me’ divê bi awayekî yekalî diyar bike ku teror qediya ye û rêxistina wî wê bê tasfiyekirin.”
Mûsavat Dervîşoglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de bertek nîşanî banga Bahçelî da û got, “Dewlet dê rêxistina terorê tasfiye bike. Dewlet jî radigihîne ku teror qediyaye!”
Dervîşoglu got: “Yên ku ji lîderê terorê çaverê dikin ku terorê xilas bike ne dewlete lê yên bêhiş di nava xeletiyan de ne.”