
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Rûsyaya Federal Oleg Levin û Konsulê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Omer Alkander kir.
Serok Barzanî spasiya piştevanî û rola wan ya li bihêzkirina peywendiyên di navbera welatên wan û Herêma Kurdistanê di kar û xebata wan de kir û hêviya serkeftinê li karên wan ê paşerojê de xwest. Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê û Iraq dixwazin peywendiyên xwe ligel Rûsyaya Federal û Kuweytê pêş bixin û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên Herêma Kurdistanê ligel Rûsya û Kuweytê kir û hevkariya welatên wan di warên cuda de ji bo Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Ji aliyê xwe ve Konsulên Rûsya û Kuweytê spasiya Serokê Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku di dema karkirina wan de li Herêma Kurdistanê alîkarî û piştevaniya wan kirine.
Her du serokan pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq, navçe û cîhanê jî gotûbêj kirin.