Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqê rewşa welat gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê digel birêz Dr. Ebduletîf Reşîd Serok Komarê Iraqa Federal civiya.

Di civînê da rewşa dijwar ya penaberên Iraqê yên di nava kampan da hate gotûbêjkirin û ew hevhizir bûn ku divê karê hevbeş ji bo baştirkirina rewşa jiyana wan penaberan bê kirin û hewl bê dayîn bi awayekî aştiyane vegerin ser war, mulk û malên xwe.

Di hevdîtinê da, herwesa pêşhatên dawî yên emnî, siyasî û aborî yên welat jî hatin gotûbêjkirin û tekez li ser piştevaniya pêngavên Hikûmeta Federal ya Iraqê ji bo cîbicîkirina bernameya xwe ya ji bo baştirkirina jiyan û pêşkêşkirina xizmetguzariyên baştir ji bo welatiyan hate kirin.

Mijareka din ya civînê behskirina peywendiyên Iraqê digel welatên cîran bû ku divê ew peywendî li ser esasê rêzgirtin û berjewendiyên hevbeş bin û tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û yekxistina îmkanan ji bo parastina aramî û serweriya Iraqê kirin.

Di derbarê hewlên şerê dijî terorîstên Daîş û kiryarên wan da, her du aliyan tekîd li ser hevkarî û hemahengiya hevbeş ya di navbera hemû hêzên emnî, Pêşmerge û artêşê de ya ji bo jinavbirina terorîstan û parastina ser, mal û jiyana welatiyan kirin.

Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê mijareka din ya civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Komarê Iraqa Federal bû ku di vê çarçoveyê da her du aliyan tekîd kir ku divê diyalogek avaker dest pê bike û yasayên li Parlamentoya Iraqê hêlawestî mane di zûtirîn dem da bêne pesend kirin û li gor destûrê bigihin çareseriyekê ku maf, adaleta civakî û wekhevî di navbera hemû pêkhateyên Iraqê da mîsoger bike.

Nêçîrvan Barzanî digel Hevpeymaniya Siyada dicive

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herema Kurdistanê, roja sêşemê 22.11.2022ê li bajarê Bexdayê ji aliyê birêz Mihemed Temîm Wezîrê Plandananê ya Iraqê ji hevpeymaniya Siyade ve hate pêşwazîkirin.

Di civîna digel Hevpeymaniya Siyade de, her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya hêz û pêkhateyên niştimanî yên Iraqê kirin ji bo derbaskirina wan zehmetiyên ku di hemû waran de rûbirûyê welat dibin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya bihevre karkirin û hevkariya di navbera desthilat û hêzên siyasî yên ji bo çareserkirina kêşeyên welat bi awayekî ku mafên hemû pêkhateyên Iraqê û aştî û aramiya welat mîsoger bike.

Back to top button