Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî dike

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li peyamek da ji bo bi destveanîna baweriya Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Peyama serokê herêma Kurdistanê:


Birêz Mesrûr Barzanî!
Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê

Silav û rêz…

Xweşhalim ku îro Parlemena Herêma Kurdistanê baweriyê bi we yên birêz wekî Serok Wezîr û bi kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê da. Bi vê helkeftê bi germî pîrozbahiyê li we dikim.

Eve destkeftekî dinê berdewambûna proseya geşkirin û kûrkirina demokrasiye li Herêma Kurdistanê ku encama xwest û xweragirî û hevkariya hemwelatiyan û aliyên Kurdistaniyan û dost û piştevanên gelê me pêkhat.

Hûn hêjayî vê berpirsiyarî û baweriyê ne, ez piştrastim bi hemû şiyanên xwe û tîmên xwe ve ji bo xizmetkirina Herêma Kurdistanê kar dikin. Ezmûna çend saliya karkirina me ya ji bo parastin û pêşxistina doza gelê me û bicîhanîna mafê destûriyên Herêma Kurdistanê, li gelek qonaxên hestiyar û dijwar da derbasbûn. Hêvîdarim wan dijwariyan nebînîn û hemû şiyanên xwe ji bo avadankirin û zêdetir pêşxistina Kurdistanê terxan bikin.

Ez piştrastim hûn bi awayeke jêhatî, çalak û kara li ser giriftan da zal dibin, morala tîmên xwe beramber gefan bilind dikin û encamên baş bi dest ve tînin. Li erk û bi cîhkirina karê rojane û demdirêj ya berdewamiya dabînkirina aramî, asayîş, geşbûna aborî, civakî û siyasiya Herêma Kurdistanê de kêmasiyê nakin.

Gelê Kurdistanê û cenabê we û kabîneya nehema Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştrast dikim ku wekî Serokê Herêma Kurdistanê bi hemû şiyana xwe ve piştevanî û hevkariya serkeftina karê we û kabîneya nehema Hikûmetê dikim.

Serkeftina we û Cîgirê Serok Wezîr û şiyana Wezîran ya xizmetkirina Herêma Kurdistanê, serkeftina me hemûyan û serkeftina gel û Herêma Kurdistanê ye.

Li gel rêzên min…

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10/07/2019

Nerîna min :