PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Konsolê Suudiye kir

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Mihemed Bin Silêman Elesîrî, Konsolê Giştiyê nû yê Şahnişîna Erebîstana Suudiye li Herêma Kurdistanê kir.

Li hevdîtinê de Serok Nêçîrvan Barzanî ji bilî pîrozbahiya destbikarbûna wî ya wekî Konsolê Giştiyê nû yê welatê wan li Herêma Kurdistanê, hêviya serkeftinê ji bo xwest û hemû piştgîriyeke aliyên peywendîdar yên ji bo serkeftina erk û karên wî nîşan da, her wiha spasî karmendên Konsolxaneya Suudiye kir ji bo erk û xizmeta wan ya li Herêma Kurdistanê û hêviya ber bi pêşveçûna zêdetirê peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Suudiye xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Konsolê Giştiyê nû yê Suudiye, ji bilî derbirîna xweşhaliya destbikarbûna xwe ya li Herêma Kurdistanê, dûpat kir ku hemû hewlekê ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Erebîstana Suudiye û berfirehkirina warên hevbeşî û alîkariya di navbera her du aliyande dide.

Nirxandina rewşa navçeyê bi giştî, peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran, derfetên kar û sermayeguzariya biyanî li Herêma Kurdistanê û çend babeteke dinê girîng û hevbeşbûn, babetên dinên vê hevdîtinê bûn.

Back to top button