
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel birêz Umêd Nûrîpûr Hevserokê Partiya Keska Almanya û Endamê Lîjneya Karubarê Derveyê Parlemena Almanyayê civiya.
Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî pîrozbahiya ji bo destbikarbûna wî û serkeftina Partiya Keska Almanî ya li hilbijartinên dawî da, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo Parlemena Almanî dûpatkir ku di dema erkê hêzên welatê wan li Iraq û Herêma Kurdistanê dirêj kirine, her wiha ji bo wan hevkariyên mirovî û serbaziyên Almanya pêşkêşî bi Herêma Kurdistanê kirine.
Li civînê de her wiha her du alî rewşa siyasiya Iraqê, encamên hilbijartina Encumena Nûneran û proseya hilbijartina Serokayetiya Parlemena Iraqê guftûgo kirin.