Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Şahzade Feysel Bin Ferhan El Suud, Wezîrê Derveyê Erebîstana Suudiye civiya.
Li civînê de rewşa niha ya Iraqê xistin behs û birêz Wezîrê Derveyê Suudiye dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li rewşa Iraqê dinêre û xemxurî û xwesta Suudiye yê nîşan da bo ku Iraq bikarê rola xwe bibîne û bibê yek ji xalên aramiyê ya li navçeyê da.
Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, ji bilî derbirîna pêzanînên ji bo nêrîn û helwesta Suudiye, xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Erebîstana Suudiye derbirî û silav û rêz pêşkêşî serkirdayetiya Suudiye kir.