CîhanRojev

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Berevaniya Îtalyayê civiya

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê her li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel birêz Lorenzo Guerini Wezîrê Berevaniya Îtalyayê civiya.

Li civînê de Serok Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo piştgîrî û hevkariyên serbaziyên Îtalya di dema şerê Da’îş da dûpat kir. Di derbarê rewşa emnî ya Iraqê jî ronahî kir ku alîkariya di navbera artêşa Iraq û Pêşmerge bi taybetî li navçeyên valahiyên emnî başe û ji ber gefên ciddî yên Da’îş, pêwîste Hewlêr û Bexda berdewam li alîkariyê da bin.

Birêz Guerini dûpat kir Îtalya li piştgîrî û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibê bi taybetî ku li demeke nêzîk da welatê wan serkirdayetiya erkê Nato li Iraqê werdigrê û got: Ezmûna me ya berê li gel Pêşmerge baş û serkeftiye û pêzanînên me ji bo rol û qurbaniyên Pêşmerge heye.

Rewşa siyasiya Iraqê, peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Îtalya û rûbirûbûna terorê, mijareke dinê civînê bû.

Back to top button