Cîhan

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçoveya Konferansa Asayîşa Munich da, li gel Margaritis Schinas Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpayê civiya.

Li civînê de rewşa Iraqê, proseya hilbijartinan û hengavên proseya siyasî xistin ber behs û her du alî tekez li ser girîngiya guftûgoyên ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê kirin.

Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpa balkişand li ser wê yekê ku ew bi girîngiyê ve temaşa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û ew bawerin ku derfertek heye ji bo wê yekê ku Iraq baştir li ser piyên xwe rawestê heta şerê terorê bike û bikarê li rêya binyatnana demokrasî û saziyan ve, aştî û aramiyê dabîn bike.

Rêzdar got: Yekîtiya Ewrûpa berdewam û pêgire bi peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvîdarin kêşeyan çareser bikin. Her wiha spasî alîkariya Hewlêr û Bexdayê li gel Yekîtiya Ewrûpa ya di derbarê pirsa koç û koçberan kir.

Li beşeke dinê civînê de ragihand: Ewrûpî amadene ji bo hevkariyê û wekî hevbeş temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha spasî alîkariya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewrûpayê kir.

Ji aliyê xwe ve Serok Nêçîrvan Barzanî, tekez li ser girîngiya yarmetîdan û hevkariya Ewrûpa ya ji bo Iraqê kir heta bikarê kêşeyên xwe çareser bike ku dibê sedema dabînkirina aramiya siyasî û ragihand girînge Yekîtiya Ewrûpa siyaseteke giştgîr beramber Iraq û Herêma Kurdistanê de hebê.

Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.

Back to top button