ibehiya îro pênçşem 30.06.2022 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Mark Bryson Richardson Balyozê Brîtanya li Iraq û şandeke li gel da kir.
Li civînê de pêşhatên dawî yên rewşa Iraqê û gefên li ber proseya siyasî, kêşeyên Hewlêr – Bexda, rewşa navxweyî û hilbijartinên paşerojê ya Herêma Kurdistanê, proseya reform û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşxistina peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin guftûgo kirin.
Her du alî hevra bûn li ser girîngiya gihîştina hêz û aliyên Iraqiyan bi hevdû têgihiştina ji bo derbaskirina dijwariyên li ber proseya siyasî û pêwîstiya parastina aramiya emnî û siyasî li welat, her wiha tekez li ser pêwîstiya baştirkirina xizmetguzariyên li welat kirin.
Di derbarê kêşeyên Hewlêr – Bexdayê jî Serok Nêçîrvan Barzanî dûpat kir ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê, kilîla aramî û çareseriya kêşeyên Iraqe û alozkirina kêşeyan li berjewendiya hîç aliyek da nîne û kes têda serkeftî nabê.
Girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistaniyên li Bexda, alîkarî û hemahengiya di navbera rûbirûbûna tawan û maddeyên hişbir da, pirsa koç û koçberan û pêşhatên navçeyê bi giştî, mijarên dinên civînê bûn.