Serok Barzanî: Divê hemû alî rêz li destûr û statûya Herêma Kurdistanê bigrin

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Mark Bryson-Richardson kir.

Di civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, dawî guhartin û pêşhatên Iraqê, zehmetiyên li pêş proseya siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li pêwîstiya pabendbûna aliyên siyasî yên Iraqê bi perensîpên hevbeşî, hevsengî û lihevkirinê kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî amaje bi wê da ku divê Hikûmeta Iraqê rêz li mafên gelê Kurdistanê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bigire û hemû alî rêzê li destûr û statuya Herêma Kurdistanê bigirin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: