Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê digel Balyozê Tirkiyê civiya

Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 10.10.2022 ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya Alî Riza Guney Balyozê Tirkiyê li Iraqê û şandeke pê ra kir.

Di civînê da, geşepêdana têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Tirkiyê, bi taybetî di warê aborî, bazirganî û hevkariyên hevbeş da, pêşhatên dawî yên proseya siyasî, pirsa hilbijartinên Serok Komariyê û hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya federalî hatin gotûbêjkirin.

Her du alî hevhizir bûn li ser girîngiya parastina seqamgîrî û aştiyê li Iraqê ku bandora xwe li ser aramî û seqamgîriya herêmî heye, her wisa gef û dijwariyên li pêşiya qonaxa niha ya Iraq têdaye û çawaniya derbasbûna ji vê qonaxa dijwar û aloz bi alîkariya navbera pêkhate û aliyên siyasî yên welat û sûd wergirtina ji dewlemeniya çavkaniyên mirovî û xwezayî yên Iraqê.

Gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên herêmî mijarek din ya civînê bû.

Back to top button