Cîhan

Şam ji bo cihên endamên HSD û PYDê koordînatan dide Enqerê?

 Çapemeniya Tirkiyê ragihandibû ku Sabah Ogur ku di heman demê de di rêveberiya rêxistina ciwanan a KCKê de bû, di operasyona MÎTê ya li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest daye. Ev yek bû sedema peydabûna pirsa “gelo Sûriye agahiyên derbarê cihê endamên HSD û YPGê dide Tirkiyê.”

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyê di nûçeya xwe ya 28ê îlonê ku dispêre çavkaniyên ewlehiyê de ragihandibû ku MÎTê cihê Sabah Ogurê ku tê diyarkirin di rêveberiya civaka ciwanan a Konseya Serokatiya Giştî ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) de cih digire li herêma Şêxmeqsûd a Helebê diyar kiriye û operasyon hatiye lidarxistin.

Di nûçeyê de hatibû ragihandin ku Sabah Ogur a bi nasnavê “Şîlan Emgîhan” ku li Tirkiyeyê bi “bultena sor” dihat lêgerîn, di vê operasyonê de jiyana xwe ji dest daye.

Lê der barê vê mijarê de ne ji aliyê PKKê û ne jî ji çavkaniyên girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Êrîşa li Helebê ji yên din cudatir e

Tirkiye hema hema her roj li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê bi dronan li dijî endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşan pêk tîne.

Lê ev operasyona ku li taxa Kurdan a Şêxmeqsûd a Helebê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de pêk hat, ji yên din cudatir e.

Ji ber ku îstixbarata Tirkiyê bi giştî li herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de weke Helebê operasyonên bi vî rengî pêk nayîne.

Malpera Enab Baladi nivîsand ku ev yek bûye sedema peydabûna pirsa “gelo Sûriye agahiyên derbarê cihê endamên HSD û YPGê dide Tirkiyê.”

Li gorî vê, operasyona îstixbaratê ya li taxa Şêxmeqsûd a di bin kontrola HSDê de ye, piştî şopandina “tîmê taybet” ên Tirkiyê pêk hatiye.

Rola îstixbarata Sûriyê çi bû?

Di nûçeyê de axavtina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ya di 28ê Îlonê de hat bibîrxistin ku Erdogan ragihandibû ku di navbera Sûriyeyê û saziyên îstîxbarata Tirkiyeyê de hevdîtin hatine kirin û li gorî encaman wê dê “nexşe rê” bê diyarkirin.

Erdogan bi awayekî nerasterast bang li hikûmeta Sûriyê kir û got, “Têkoşîna li dijî terorê yek alî nabe, lewma ji bo bidestxistina encamên baş divê aliyê din jî bi erênî nêz bibe.”

Şirovekarê siyasî Îbrahîm Kaban ji malperê re axivî û bal kişand ser hevkariya ku di encamê de “serokê muxalîf ê Artêşa Azad a Sûriyê Huseyîn Harmûş hatiye radestkirin” û diyar kir ku ji sala 2011an û vir ve hevkariya îstîxbaratî ya di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de ranewestiyaye.

Kaban di wê baweriyê de ye ku rêveberiya Sûriyê agahiyan dide îstixbarata Tirkiyê.

Kaban destnîşan kir ku sûcdarkirinên ku Rûsyayê agahî dane Tirkiyeyê jî hene. Kaban anî ziman ku hin koordînatên sûîqestên ji aliyê dronên Tirk ve hatine kirin ji aliyê îstîxbarata Sûriyeyê ve hatine dayîn.

Li aliyê din Akademîsyen Muhannad Hafizoglu anî ziman ku îstîxbarata Tirkiyeyê ne hewceyê agahiyên ku ji aliyê Sûriyeyê ve were dayîn e, ji ber ku Tirkiye xwediyê mekanîzmayên şopandina tevgerên rêveber û endamên PKKê ye.

Di nûçeya Enab Baladî de hate destnîşankirin ku Berdevkê berê yê HSDê Telal Selo bi hemû “agahiyên giranbiha” yên li ser HSDê teslîmî Tirkiyeyê bûye.

Hafizoglu got jî, ji ber hevkariya berdewam a di navbera HSD û rêveberiya Şamê de, baweriya aliyê Tirkiyê bi hikûmeta Sûriyê nayê.

Roja 15ê Îlonê, Reutersê ragihandibû, ku Hakan Fîdan, Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyê û Rêveberê Asayişa Niştimanî ya Sûriyê Elî Memlûk, li Şamê civiyan.

Li gor ajansê, Fîdan di heyama çend hefteyên borî de çendîn hevdîtin ligel Memlûkan pêk anîne û aliyan behsa çawaniya hevdîtinên wezîrên derve yên her du welatan kirine.

Rûdaw

Back to top button