Polîtîk
Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Nesir re civiya

di çarçoveya serdana xwe ya Bexdayê da, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Heyder Ebadî Serokê Hevpeymaniya Nasir re civiya.
Di civînê da behsa bihêztirkirina hevkariyên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hate kirin û tekez li ser pêwîstiya karê hevbeş yên ji bo çareserkirina pirsên niştimanî, bi awayekî ku aramiya welat û mafên hemû pêkhateyan dabîn bike, kirin.
Pêşhatên dawî yên deverê û encamên wan pêşhatan û bi çendîn mijarên din, di vê civînê da hatin guftûgo kirin.