PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî pêşwaziya parêzgarê Azerbaycana Rojava kir

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê Azerbaycana Rojava yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Sadeq Motemdian û şandeke pê re kir.

Li hevdîtinê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, hêsankarî û hemahengiya zêdetir ji bo peywendiyên aborî û danûstandinên bazirganî di navbera her du welatan û hatinûçûna heciyan û geştyarên Îranî bo Iraqê ji deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Şanda mêhvan kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Herêma Kurdistanê û derfeta hevdîtina ligel Serok Nêçîrvan Barzanî nîşan da û dupat kir ku dê hemû hewlên xwe bidin ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên bazirganî û dabînkirina hemû asankariyên xwe.

Serok Barzanî ji aliyê xwe ve balkişand li ser peywendiyên dûr û dirêj di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê di hemû waran de û tekez li ser pêşxistina zêdetir peywendiyên li gel welatên cîran kir.

Her li vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê bi giştî û çendîn mijarên ku berjewendiyên hevpar hene hatin gotûbêjkirin

Back to top button