
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand ku Herêma Kurdistanê ne dûr e, herêm girêdayî Iraqê ye.
Şahab di daxûyaniya xwe de got: Herêma Kurdistanê nikare di hemû proseya siyasî ya Iraqê de bêalî be, lê di hinek nakokiyên di navbera gel û partiyan de, siyaseta Herêma Kurdistanê siyaseteke rast bûye, herêm nabe beşek ji pirsgirêkan.
Armanca destpêşxeriyê ewe ku emê bibin beşek ji çareseriyê û nêzîkkirina aliyan, lê alozî kûr in, eger nebe hemû alî pêşwaziya wan destpêşxeriyan kirine. Emê li ser vê siyasetê berdewam bin û siyaseteke aram a Herêma Kurdistanê ye.
Serokê herêma Kurdistanê amadeye serdanekê bike û her derfetek bo lihevkirinê pêşkêş bike.
Beşdarbûna di hevpeymaniya siyasî de nayê wateya parçebûnê, nakokiyên navbera YNK û PDKê li Iraqê nebûye sedema aloziyan.
Kurd rêgiriyê li proseya siyasî ya Iraqê nakin û nabe asteng jî.
Di derbarê hilbijartinên Kurdistanê de jî Şahab dibêje: Hin alî hene ku amadene hilbijartina Herêma Kurdistanê bikin. Yekane partiya ku di hilbijartinan de nermiyê nîşan daye, PDK ye.
Dilşad Şehab got, nakokiyeke din jî li ser yasaya hilbijartinan e, ku çendîn hilbijartin li ser yasayê hatine kirin, niha ew dixwazin tevahiya yasayê biguherînin, ku karê komîsyonê rawestandiye û li ser civînên parlamentoyê nerazî ye.
Got jî: PDK niha destpêşxeriyek kiriye ku komîsyon wek xwe bimîne, yasaya hilbijartinan biguherîne û civînên asayî yên parlamentoyê ji nû ve dest pê bike. Niha mafê PDK’ê ye ku bêje însiyatîfek daye û kesî gav neavêtiye.
Di derbarê destûrê de jî Dilşad Şehab tekez kir ku destûr girêbesteke civakî ye, garantîkirina azadiyan, mafên giştî, misogerkirina jinavbirina nakokiyan, aramiya siyasî bi xwe re tîne.