
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê Dominique Mas serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî kiriye û nameyeke Serokê Fransa Emmanuel Macron gihandiye wî.Di vê nameyê de “Serok Macron pesnê rola Serok Mesûd Barzanî dide û rola cenabê wî di posta Serokatiya Herêma Kurdistanê û avakirina iraqa nû de bi dîrokî bi nav dike û dinirxîne, herwiha tekezî li ser rêz û pêzanînên xwe bo rola taybetî ya Serok Barzanî di têkoşîna li dijî DAIŞê de dike, ku di bin fermandeyiya cenabê wî de pêşmerge beşdariyeke yekalîkir hebû.”Li gorî daxuyaniyê, “Serok Macron di beşeke nameya xwe de tekezî li ser wê yekê dike, ku ew şerê ku wan bi hev re li dijî terorê encam da, bûye sedema xurtkirina wê dostatiya kûr û dêrîn a ku Fransa û gelê Kurdistanê bi hev re girê dide û dibêje: Welatê me herdem hewl daye di çarçoveya Destûra Iraqê de îtiraf bi tevahiya mafên gelê Kurd were kirin.”Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha di daxuyaniya xwe de dibêje: “Serok Macron herwiha nivîsandiye; Ji bo bihêzkirina pêwendiyên me û bo garantiya îstiqrara Herêma Kurdistanê, ez hêvîdarim ku em bi şêweyeke xurt li ser karkirina li gel hikûmeta we berdewam bin, çimku ew îstiqrar ji bo Iraqê û Rojhilata Navîn faktorekî giring e.”Herwiha di vê nameya xwe de Serok Macron destxweşiyê li wan gotûbêjên meydanî yên çend rojên bihorî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û desthilatdarên Iraqa Federal de dike ku bûye sedema rêgirîkirin ji aloziyên siyasî.Macron berdewamiya gotûbêjan jî ji aliyê siyasî ve bi pêwîst dizane, daku çareseriyekê bo hemû pirsgirêkan were dîtin û dibêje: “Di pêwendiyeke telefonî de roja 28ê Cotmehê min ew yek gotiye birêz Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî, ku destpêkirina diyalogê bi piştgiriya Netewên Yekbûyî tekane rêya çareseriyê ye bo gihîştina bi aştiyeke herdemî li Iraqê û bi tevahiya iraqiyan.”Di hevdîtina li gel Konsulê Giştî yê Fransa yê li Hewlêrê de, “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Serok Macron û gel û hikûmeta Fransayê kir, ku di hemû qonaxan de piştgirî li xwastekên gelê Kurdistanê kirine, bi taybet jî di qonaxa şerê li dijî terorîstên DAIŞê de, ku Fransa gelek piştgirî li Pêşmerge kir.”Serokwezîr Barzanî herwiha tekezî li ser “amadebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjên li gel hikûmeta Iraqê li ser bingeha Destûrê” kir û hêvî kir, ku “civaka navdewletî, bi taybetî Netewên Yekbûyî roleke zêdetir bo handana diyalogeke sazîner di çarçoveya Destûra Iraqê de û ji bo misogerkirina aramî û îstiqrar û çareserkirina hemû pirsgirêkan bibîne.”